Romana „Der große Wunsch“ ya nivîskarê Kurd-Alman Sherko Fatah ji bo Xelata Pirtûka Salê ya Almanî wek namzet hat nîşandan.

Di lîsteya namzetên îsal ji bo wergirtina vê xelatê de, 196 romanên bi zimanê Almanî hene ku 83 ji weşanxaneyên Almanyayê, 20 ji Awistiryayê û 10 jî ji Swîsreyê ne.

Lîjneyek pispor baştirîn romana salê ya Almanî destnîşan dike û roja 16ê Cotmeha 2023an Xelata Pirtûka Almanî dide 6 nivîskarên serkeftî; Xelata yekem 25.000 €, her yek ji 5 xelatên din jî 2.500 €.

Please Login to Comment.