Serokwezîrê Almanyayê @bundeskanzler 10ê Tîrmehê li Bundeskanzleramtê pêşwaziya çalaka Êzidî û xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê @nadia_murad kir.

Di hevdîtinê de, behsa êrişa sala 2014an a DAIŞê li Şengalê û Jenosîda êzidîyan hat kirin. Malpera hikûmetê piştî hevdîtinê ragihand, Almanya piştgirî dide Êzidiyên ku ji herêma Şengalê reviyane û hatine derxistin, her wiha ji bo karibin vegerin warên xwe.

Scholz tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Almanyayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir. Her du jî li ser girîngiya xebatên li dijî tundiya zayendî ya di pevçûnan de axivîn.

Nadia Murad jî ragihand, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Almanyayê re behsa rewşa civaka Êzidî û malbatên Êzidî yên li Almanyayê kiriye. Daxwaz ji Scholz kiriye ku kesên rizgarbûyî yên ji jenosîd û tundûtûjiya zayendî ya di pevçûnan de, bên parastin.

Her wiha Nadia Murad ji bo ku Şengal ji nû ve bê avakirin û ji DAIŞê hesab bê pirsîn, daxwaza piştgiriya Almanyayê ya berdewam kir.

Fotos: @espeneichhoefer

Please Login to Comment.