Fokusa Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal li ser Rojhilatê Kurdistanê ye. Festîval beşek ji bernameya xwe diyarî derhênerê ciwan ê wefatkirî Rehîm Zehîbî dike. Ji bo bîranîna wî û xebatên jiyana wî, di çarçoveya bernameya festîvalê de berhemên Zebîhî NANÊ PÎROZ, SATELÎT, WELATÊ EFSANE û HAWAR tên pêşkêşkirin.

Rehîm Zebîhî di sala 1971ê de li bajarê Bane ji dayîk bûye. Ew derhêner, senaryonivîs û xwedî ezmûna 20 salan e di warê sînema û hunera şanoyê de. Derhêneriya 15 kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlman kiriye û ji ber berhemên xwe gelek xelat wergirtine. Fîlma wî ya bi navê Hawar di Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrand de wek fîlmê herî baş hat hilbijartin.

Rehîm Zebîhî di 47 saliya xwe de, piştî du rojan ji derketina ji zindana Îranê û di dema kişandina fîlma NANÊ PÎROZ de, di Kanûna 2018an de ji ber sedemên ku heta niha nehatine zanîn hat kuştin.

13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê rojên 6-12ê Cotmeha 2023 tê lidarxistin.

Please Login to Comment.