Beşek girîng a bernameya îsal ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê berhemên fîlmsazê navdarê Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Seîdî ne. 

Fîlmên wî yên bi navê “Mandû”, “Tama avê” û kurtefîlma wî “Rojgîran” dê di festîvala îsal de cih bigirin. Herweha dê di hefteya festîvalê de li Sprachenatelier Berlînê pêşangehek ji bo wêneyên hunermend ên bi salan bê vekirin.

Îbrahîm Seîdî zêdetirî 35 salane wek edîtor, derhêner, senaryonivîs û wênekêşê sînemayê di sînemaya Îranî û Kurdî de cih digire.

Seîdî di sala 1965an de li Mehabadê ji dayik bûye û li zanîngeha Tehranê beşa sînemayê xwendiye.

13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê rojên 6-12ê Cotmehê tê lidarxistin.

Please Login to Comment.