Di salvegera terorkirina wan de, duh merasîma bîranîna Sadiq Şerefkendî serokê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê – HDKÎ û 3 hevalên wî li cihê terorkirina wan li Berlînê hat lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de endam û alîgirên HDKÎ û malbatên siyasetmedarên terorkirî amade bûn.
Di 17ê Îlona 1992’an de komeke çekdar ku hat ragihandin girêdayî Saziya Îstîxbarata Îranê bûne, li Berlînê êrîşî Restorana Mykonos ya Yonanî kirin. Şerefkendî tevî 3 kesên din bi navên Fetah Ebdulî, Homayûn Erdelan û Nûrî Dêhkordî hatin kuştin, 2 kesên jî birîndar bûn.
Foto: KGD